PoliticsTop

N. P’aþînyan: T’irkîa didûmîne bimîne ç’e’vknaîya nemeh’kemîyê û e’yantê neh’îa meda

T’irkîa didûmîne bimîne ç’e’vkanîya nemeh’kemîyê û e’ynatê neh’îya meda. Zanîngeha Nyû York’êye Kolûmbîada derheqa vê yekêda Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE e’lamkirîye. “H’ökömetê Ermenîstanêye berîn seva erêkirina eleqeta t’ev T’irkîayê çawa serê sale 1990-î, isa jî salê 2008-2009-a gele cefa dîtine. P’evk’etin bû t’ev T’irkîayê bê qewil û qirar eleqetê dîwannasîayê  erêkin, nenihêr’î we’dê derbazbûyîyî tragîk. Lêbelê, ew cefa bêcav, nanabûyî ma û h’eta  hindava T’irkîaêda seva k’ara xwe hate xevtandinê. Îro- 104 sala pey Qir’a ermenîyar’a, T’irkîa sîasîya xweye dijmintaêye nisbetî ermenîya didûîmne- bi dadana sînorê xweyî r’eþayê, bi t’eþhîrkirina alîk’arîya sîasîyê û e’skerîyê li Adrbêcanê- himberî Ermenîstanê û Qerebag’a Ç’îya, lê wekî ya hereçetine- bi e’fûkirina Qir’a ermenîya. Em binecîyê neh’îyêne û li vira ij zemanê berî dewrê dijîn. Me qir’ dîtîye û em dewleta dêmokratîyê, e’dilî û e’mirdar avadikin. Eva dörstîye, k’îjanê T’irkîa gere qebûlke- bi r’awestandina bûyîna qezîya bêqezîabûnêye dayîm seva Ermenîstanê û cime’ta ermenîya”,- serekwezîrê CE gotîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button