CultureTop

Ÿzdîn Seferîye bi sernivîsara: “Ÿzdî çawa cime’ta R’ohlatêye qedîm”.

Bi lêk’olînkirina t’arîxa R’ohlata qedîm, t’arîxnas heycar li faktoreke isa diqelibin çawa göhastina bîr-bawerîyê, ayîna dîn û r’ê û r’izmê cime’tê qedîme e’sasîne.

Mesele, ermenî û yûnanî h’esavdivin cime’tê qedîm. Lê medenyeta wane îro lap ya mînanî medenyeta berêye. Ew isa jî bin t’esîra xaçp’arêzîyêdaye, wekî berê van cilme’ta qebûlkirîye, k’îjan çawa dîn ya kospopolîtîke. A lema jî ÿp’êce çetine meriv tevekê van cim’taye berî xaçp’arêzîyê cödakin. Lo hila, wekî r’ê û r’izmê van cime’taye berî xaçp’arêzîyê xwe dispartne p’ir’xwedetîyê, ê miqabilî dîn û îmanê îroye dinîaêye pêþdabirin- hima xaçp’arêzîyê û îslamê.

Bi e’sasî, li R’ohlatê her t’enê dö cime’t mane, k’îjan h’etanî niha dijîn û medenyet û ayîna dînê xwe ij zemanê qedîm gîhandine hana me. Ew ÿzdî û cihûne. Dö cime’tê R’ohlata nêzîk, k’îjana serê sêrîda yekxwedêtî e’bûbetkirîye. T’ev vê yekê civaka ÿzdîya dewr û zemana hatîye zêrandinê, çawa berê isa jî vê gavê. Ev yek r’astgele nîne. Çawa heman þöxölvanê cihûyaye dîn divêjin- cefadîtina cime’têye degme r’esûltîya wêye degmeye bona merivayê girêdayîye. Neheqîya dinîyaê döp’a tê serê wan cime’ta, k’îjan fe’mberîyê dilr’e’mîyê, e’dlayê, heqîyê tînne li dinyayê.

Lê h’erke dilqê dîn, medenyet û e’detê cihûyayî mezin ser e’detê medenyet û dînê cime’tê din hindava gele ö’limadarada hatîye xwemikör’hatinê, dêmek derheqa t’esîra medenyeta ÿzdîyada, h’eyf, h’eta p’ara civaka ö’lmîye hindikva kêm e’yane. Nenihêr’î t’esîra ÿzdîtîyê û medenyeta ÿzdîya bîr-bawerî û dînê cime’tê din ne kême, ne kö hûdaîzmê û medenyeta cihûya.

Lo hila, h’erke göhdar lêk’olînkin, dêmek cime’ta cihûya gele derecada bawerîya fikira t’ekxwedêtîyê ij ÿzdîyê qedîm qebûlkirîye.

R’eh’ê dînê ÿzdîya û medenyeta ÿzdîya Mêsopotamîya qedîmda hene, û ij mîrat’a dewletê neh’îêye qedîm- Þûmêra, Akk’adê, Babêlonê, Assîrîayê, Mîdîayê û þaristanîyê din diha baþ xweykirîye. Gere bê gotinê, wekî ÿzdî t’imê Mêsopotamîaêda jîne, eva e’rdê wanî e’sasîye, pêþê ÿzdîya t’imê “ÿpîmerk’eza medenyeta” dinîya qedîmda bûne. Ne axir, h’eta Felestîn serê sêrîda “p’er’ê” Dinîa qedîmî “nisbetî” bûye, lê merk’eza þaristanîyê hima Mêsopotamîya bûye. Û ew, wekî cime’t maye, k’îjan bênavbir’î e’detê Mêsopotamîya qedîme dîn û medenyetî didûmîne, eva k’ese e’cêve.

Dertê, wekî ÿzdî t’öberka zêndîne, mesela medenyeta merivaêye hereqedîm, k’îjan gihîþtîye hana me. Eva cime’te, k’îjanê bawrîya xwe, bîr-bawerîyê xwe t’emamîya þer’ava derbazkirine.

Qeyserî xöliqîne û h’ilþyane, cime’t hatne cîgöhastinê, þeher avabûne û ber’îyada indabûne, lê ÿzdîya bîr-bawerîyê xweye r’öh’îye li Xwedê bêþirîk xweykirine, h’eta wî çaxî, çaxê dor-bera p’ûtp’arêzî û p’ir’xwedîtîbûn. Li Libnanê û Sûrîayê kavlê Balbêkê û Palmîraêye mirîne, lê bawerîya ÿzdîya h’etanî niha zêndîye. Ew h’etanî dîharbûna van þehera zêndî bûye, ew wexta mewcûdîya wan zêndûîbûye, isa jî niha zêndîye.

Ij îbadetgehê xwedawendê p’ûtp’arêzîyê her t’enê kavil mane. Dewr derbazbûne, li R’ohlatê xaçp’arêzî belabû, paþê dewra îslamê hat. Lê ÿzdîya dûmand miqatî dînê xweyî degmevin, bi hiþtina t’esîrê ser bîr û bawerîyê cime’tê der û cînar.

Qeyserîya ÿzdîya t’inebûye, lê ÿzdîya cime’tê din nekirine bin qolê xwe, lê t’imê cime’ta e’dilîbûne. Nêzîkî aqilaye, evê gîhandîye wê yekê, wekî dilqê ÿzdîya

qîmetnekirine. Nenihêr’î ê ij ÿzdîya derk’etî, çawa qirar, þöxölvanê t’arîxa merivaêye nav û deng bûne.

H’eyf, dewleta, ber k’îjana þöxölvanê e’slê xweda ÿzdî xizmetkirine, ne t’imê ew emek qîmetkirye, k’îjan wanda ÿzdîya r’êtîye. Gere bê gotinê, wekî seva ÿzdîya ce’dandin ya wesfî nînbûye, h’erke yekî ij wan gihîþtîye bilindayê mezin, xwexa bice’dînin berbi h’ökömetê û h’ökömkirinê. Ÿzdîya nece’dandîye vê yan wê dewletêda bivne h’ökömdar, seva wan t’imê bawerî û e’detê wan h’emû tiþtî ferztirbûne. Ÿzdîya timaya destanîn, þöret, zoraya sîasîya wê deqê nekirîye.

Bona wê yekê, wekî miqatî bawerîya xwe, e’ynîtîya xwevin û îzna h’elandina malê xwe dest t’evbûna nav e’silê dinvin, ÿzdîya gele cara t’erka mecalê sîasîêye k’ardar daye. Nenihêr’î, çawa e’skerê baþ ÿzdî t’imê ê xwestîbûne.

Îro ÿzdîya, bi töriþkirina e’mrê xwe bi serwxtbûna, wekî tirsk’arê h’eyfa xwe wan neynin, bi xwenehêwiþandinê r’abûne piþta xaçp’arêza û wek’îlê kêmjimarê miletîyê û dînîye din, ê kö hindava DE’ÎÞ-êda dihatne t’önekirinê.

Cime’ta ÿzdîaye p’ir’zêryayî wexta derk’etina miqabilî DE’ÎÞ-ê meh’kemî û mêranîya degme dîharkir. Bi h’ezara ÿzdîya mirin ij t’erkdayîna dîn û hevk’arîya t’ev qaçaxa çêtir h’esavkirin.

Meh’kemîya ÿzdîya, þeh’îdîtîya wan emekê ferz nav alt’indarîya nisbetî tirsk’arê DE’ÎÞ-ê r’êt. Mêranîya ÿzdîya nav þer’k’arîya miqabilî bermayê DE’ÎÞ-êye qaneqane bermayî, ê kö tirsk’arî û gefxwerin- gendî seva vê yekê îdamkirinê qanêye cime’tî û heqderxistin dihatne kirinê, danîbûne li h’îmê dîwana xwe, merivê din r’öh’darkirin. Lê li vira dîharbû, meriv hene, ê kö ij tirsk’ara natirsin. Û DE’ÎÞ lerizî. Destbi alt’bûnê wê bûn û axirîyê t’opraxê Îraqê û Sûrîaêye ter’ikî ij xolora r’eþe tirsk’arîyê hatne azakirinê.

Gere bê gotinê, dijmin, DE’ÎÞ, gendî qedîmî û degmebûna dînê ÿzdîya xwemikör’ dihatin. A lema jî wana isa bi zalimî dice’dand wana r’aqetînin. Lê levnehat! Ÿzdîya t’avkir û, dikarin hîvîdarvin, wekî nav pêþdaçûyîna merbivaêye r’öh’î hila hê dikarin dilqê xwe bilîzin

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button