Society

Serþarê Þengalê derheqa cîgöhastina male e’rebaye li neh’îya ÿzdîyada e’þiratîyê dide

Maxma Xelîlê serþarê Þengalê derheqa bi seda malê e’rebada e’þiratî da, k’îjan hindava Beg’dayêda hatne birinê li neh’îya ÿzdîya. Xelîl, ê kö isa jî h’esavdive wek’îlê ÿzdîya þêwirxana K’ördistana îraqêda, e’lamî “BasNyûz”-ê kir, wekî 300 malê e’reba zêdetir hatne cîgöhastinê li neh’îya Þengalêye Kayravanê. Bi gilîyê wî, malê cîgöhastî ij wê qebîlêne, k’îjanê sala 2014-a piþta “dewleta îslamîyê” girtîye. Pey qewmandinê 16-ê meha sala 2017-aye çirîa pêþinr’a, çaxê pey r’êfêrêndûma derheqa serbstîya K’ördistanêda e’skerê Îraqê t’opraxê  k’ördaye h’öctê zevtkirin, idî bi seda  malê e’reba hatne anînê li t’opraxê h’öcetê, p’ir’anî- li qeza K’irkûkê, nav goveka pêvajoya e’rebkirina t’opraxê bi p’ir’anîya k’örda. Van wa gotî (cîgöhastîya) ne kö t’enê piþta dewleta îslamîyê girti, lê isa jî ij wana geleka cêrgê dewleta îslamîyêda miqabilî ÿzdîyê kêmjimar þer’dikirin, pey k’îjanêr’a hatne e’fûkirinê. Neh’îya Þengalê h’esavdive t’opraxa gendî ÿzdîya, û bi destî zorê cîgöhastina e’reba vê neh’îyêda wê bigihîne sertbûnê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button