Society

110 îdarexanê ç’ûk li Þengalê bi piþtgirîya YAZDA-ê

Li govekê p’erekirina ÛSAÎD-ê û bi alîk’arîyaT’MO (T’eþkîleta mîgrasîaêye ort’emiletîyê)-ye t’ivdîra paþdaveger’andina kesê  cîgöhastî li Þengalê û li p’ara wêye r’oavayê» hevaltîya  Yazda-ê Þengalêda 4 îdarexanê ç’ûk vekirine seva filitîya û k’etîyê qir’a DE’ÎÞ-ê. Ev îdarexane bazareke xöreke göndê Goxbalêda û cîdereceke t’erzîtîyê, lê isa jî bazarê xöreke þeherê Sinûnê û Dogrîêdaye li p’ara ç’îayê Þengalêye þimalê werdigre. Goveka heman t’ivdîrêda û bi fonda ÛSAÎD-êye merd, bi piþtgirîya hindava T’MO-ye cehwerî, Yazda k’arê xwe dike 863 îdarexanê dinê jî li Þengalê û Naynêva-Plêyn-êda nav salê veke.

         Bi heman cûr’eyî û goveka p’erekirina hindava ÛSAÎD-êda û t’ivdîra bi piþtgirtina Hîrt’land Alîansê înt’êrnêyþinêl-êye “T’ivdîra paþdaveger’andina bêqezîaye seva piþtgirtina k’etîaye t’er’ibandinê heqê mêrive cidîye li Nînêvîayê”- Yazda-ê 10 îdarexanê ç’ûk ij meha pare t’ebaxê vekirene, û isa jî 10 îdarexane h’etanî xilazîya meha îlonê wê vevin.

         Van cûr’ê þöxölvanîyê werdigrin:

            1.-bazara ç’ûk. Cî: þeherê Þengalê- neh’îya Al-Nasêrê. Navê îdarexanê: Mam Bedel Markêt.

            2- dik’ana têxnîka debê, mecalê aspêjxanê û þûþtinêye ne mezin. Cî: þeherê Þengal-Neh’îya Alþoxadaa-ê- þeherê Þengalê.

            3.k’inc û aks’êsûar. Cî: Þeherê Þengalê- neh’îya Alþoxadaaê. Navê îdarexanê: K’inc ij Stembolê.

4.bazara xöreke ç’ûk. Cî: Þeherê Þengalê- neh’îya Ar-Yarmûkê. Navê îdarexanê: Bazara Þengalê.

5.dik’ana sola. Cî: Zorava. Navê îdarexanê: Walîîd Dik’ana sola.

6-k’inc û ak’sêsûar.Þeherê Þengalê- neh’îya Alþoxadaaê. Navê îdarexanê:  Al Þaam k’inc û ak’sêsûar.

7.dik’ana balonê gazê. Cî: xardan. Navê îdarexanê:Hardan Balonê gaze.

8.dik’ana k’inca (mêra, ê sportê, zar’a). Cî: Þeherê Þengalê- neh’îya Al-Yarmûkê. Navê îdarexanê: Samar seva k’inca.

9.cûr’ê þöxölvanîê: þöxölê h’edadîyê. Cî: Hardan. Navê îdarexanê: hardan Blek’smît’.

10.bazara ç’ûk. Cî: Þeherê Þengalê- neh’îya Alyarmûkê. Navê îdarexanê: Daxam Markêt.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button