SocietyTop

Kanadayêda ÿzdîyê p’enaber 9 tonna ek’in berevkirine

Idî seprê dö salaye ÿzdîyê p’enaber, ê kö qeza Kanadaêye  Manît’obêda dijîn, t’ev berne’ma malhebûna göndîtîyê divin. Ek’in ewqasî bile’tbû, wekî ÿzdîyê p’enaber destpêkirin ek’inê xwe bazarê cîda bifroþin. Îsal 20 malê ÿzdîya karibûn ek’nê r’êkordîyê- 9 tonna berevkin. Ij sala par fonda “Ÿzra”-ê nav goveka berne’ma malhebûna göndîtîyê e’rd, t’oxim, dem-dezge û  h’emû tiþtê seva  bêcerkirina kûltûrayê malhebûna göndîtîyê dide ÿzdîya. Sêrîda “Ÿzra”-ê dixwest mecalê bide ÿzdîya, wekî ew xwe bi ek’nê bi ÿkologî t’emiz ewlekin. Ÿzdî ÿp’êce cidî berbir’î þöxöl bûn û karibûn ne kö t’enê xwe bi ek’in r’azîkin, lê isa jî p’ir’anîyê derxne firotanê. Bi gilîyê Nafîya Nasoya ösûlvana bi cîgöhastina ÿzdîya, h’etanî bivne p’enaber, ÿzdî bi fêrmêrtîyê mijûlbûne, a lema jî zanin çi bikin. “Gele ÿzdîyê p’enaber, ê kö van axirîya hatine, hindava dewleta îslamîêda hatne zevtkirinê. Neferê malê wan indabûne, dewleta îslamîyê gelek köþtine. Em dixwezin, wekî ew Kanadayêda xwe çawa malda t’exmînkin. Bi kirina tiþta, k’îjana ew zanin, k’îjanada ew pisporin, mesele, malhebûna göndîtîyê. Ew t’êrapîya cûr’ê xweye”,- Nafîya Nasoyê nav dîdara neþireta Kanadaêye SîBîSî-ê e’lamkir. Vê havînê cûr’ê eþîaye berfire bêcerkirin: bîber, xîyar, köndör, köndirok, pomîdor û kartol. Ÿzdîyê p’enaber k’arê xwe nakin bi vê yekê r’azîvin, ew dixwzin saltireke din çapê ek’nê xwe zêdekin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button