
Şanda bi serk’arîya Andrêas Norlênê sedrê R’îksdaga P’adşatîya Şvêdîaêye li Ermenîstanê qesidî qesta usûla Qir’a ermenîya kirîye. Andrêas Norlên t’acê kulîlka danîne ser heykelê bîranînêyî dayîmkirina bîranîna cangorîyê Qir’a ermenîya. Endamê şandê isa jî kulîlk danîne hinda agrê netemir û ker’-lal qedrê bîranîna cangorîyê welî girtne. Şanda ij Şvêdîayê hatî isa jî qesta mozxexana Qir’a ermenîya kirîye, nasîya xwe daye t’eşhîrkirina mozexanê, hûrgilîyê t’arîxa Qir’a ermenîya. Derheqa vê yekêda em ij “Fêysbûk’”-belgê mozexane-înstîtûta Qir’a ermenîya pêdih’esin.