Politics

Serekwezîr serwêrê dêpartamênta Fonda valyûtaêye h’emdinîaêye R’ohlata Navîn û Asîa Merk’ezîyê qebûlkirîye

Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE Cîhad Azûrê smerwêrê dêpartamênta Fonda valyûtaêye h’emdinîaêye R’ohlata Navîn û Asîa Merk’ezîyê qebûlkirîye. Çawa ij fermandarîya serekwezîrê CE e’lmdikin, serekwezîr daye k’ivþê, wekî navbera Ermenîstanê û Fonda valyûtaêye h’emdinîaêda hevk’arîya k’ardar heye, û h’ökömet h’ewca pêþdaçûyîna wêye. Bi gilîyê Nîkol P’aþînyan- warê baþqe-baþqeda r’ojeva Ermenîstanê ç’e’v wergöhastinaye, û wê pêvajoyêda me’na alîk’arîya hevalk’ara, nav wê hejmarê- ya Fonda valyûtaêye h’emdinîayê ferze. Cîhad Azûr hevk’arîya t’ev h’ökömeta CE bilind qîmetkirîye û binxetkirîye, wekî Ermenîstan seva Fonda valyûtaêye h’emdinîaê hevalk’ara amine. Ewî dapye k’ivþê, wekî Fonda valyûtaêye h’emdinîaê hazier goveka hevk’arîya döalî k’ardarad alî h’ökömeta CE bike- nav pêvajoya serk’etina wergöhastina û berne’mê pêþdaçûyîna welête malhebûnîyêva mêlbûyî. Serekwezîr, bi xeverdana derheqa sirêpêþîtîyê malhebûna CE-êda daye k’ivþê, wekî meremê h’ökömetê pêkanîna malhebûna ser h’îmê têxnologîya û deranînêva mêlbûîye. Bi hîvîkirina mêvan Nîkol P’aþînyan paþda veger’yaye ser gav û t’edbîrê wergöhastinê xeleqa malhebûnê, þer’k’arîya miqabilî kor’ûpsîayê, wergöhastinê warê meh’kemehiqûqîyê, ösûla serwêrîkirina dîwanî, baþkirina warê r’ik’inkirina, pêþdabirina binxeleqa û warê dinva mîaserbûnê. Cîhad Azûr daye k’ivþê, wekî Fonda valyûtaêye h’emdinîaê piþta h’ökömeta CE- cefê wergöhastina malhebûna welêt, digre. Alîya dora hedefa de’wmeþandinê pêþdaçûyîna we’dedirêj fikir p’evgöhastine

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button