Society

Xweymîlîonê þvêysarî Ermenîstanêda p’arê benkaye zêr’e r’okirî wê bide deranînê

Angorî plana têr’adîtî- avakirina k’arxana afînajîyê Ermenîstanêda meha çirîa pêþin wê destpêve û 6 meha wê bik’þîne. Pey wê yekêr’a Ermenîstanê destpêke  p’arê benkaye r’okirî berde. Temê Vardan Sîrmakêþê xweymîlîonê Þvêysarîyê heye t’ivdîra xwe- Ermenîstanêda deranîna zêr’ê safî bive sêrî. Derheqa vê yekêda ewî nav qisa t’ev “Spûtnîk Armênîayê” e’lamkirîye. Sîrmak’êþ zêr’ker û k’arbidestê ermenîye, h’emh’îmdarê hevaltîya “Frank myûllêr”-e seh’etê þvêysarîye. Pênc sala pêþda ewî xwestin e’lamkir k’arxana p’irtîyê zêr’e benka Ermenîstanêda avake û t’ev benka Ermenîstanêye Merk’ezîyê bîrne’me qolkir. Nav van sala ewî t’ev hevaltîyê ort’emiletîyê, k’îjan r’adestkirê alet’a û ît’abrne’me dayînê hevr’axeverdan derbazkirine. R’okirina pirtîyê zêr’ bawerbike ya e’ynîye, çi neþirkirina dolar yan êvro. Ew h’esavdive mecala edakirinê berdin, k’îjanê t’emamîya dinîa fînansîyêda wê qebûlkin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button