CultureTop

Ermenîstan ser xerîta hana meye h’emdinîayê semt’girîya de’wmeþandinê mijûldike: “K’êySîDablyû T’ûdêy”

Ermenîstan, k’îjan xweya k’awtî û ferztîya t’arîxîye, medenyeta wêye qedîm heye, ser xerîta hana meye h’emdinîayê cîyê de’wmeþandinê mijûldike. Derheqa vê yekêda kovara brîtanîye “K’ênsîngt’on, Çêlsî end wêst’mînst’êr t’ûdêy”-e e’yan dinivîse, hejmara k’îjanêye meha t’ebaxê bi r’ûyê bi þikilê elîfba ermenîaye bi h’erfê teyreda r’onkayî dîtîye. Kovarê miqalê bi h’ecim p’êþk’êþî Ermenîstanê kirine- bi paþdaveger’andina ser t’arîx, bawerî, seyremîþbûn û medenyeta welatê me. E’frandarê miqala meha îsaline h’ezîranê hatbûne Ermenîstanê- t’ev serecivata “Fikraye” ermenîye cara pêþin welatê meda t’eþkîlbûyîve. “Qölixî Ermenîstanêkin, h’esavdie qölixî þaristanîya mekin: bi van gilîyê Wîlyam Gladst’onê serekwezîrê Brîtanîayê, ê kö sala 1895-a zordestîyê miqabilî ermenîya Qeyserîya osmanîêlda pêþda hatîye, e’frandara destbi r’êzemiqalê p’êþk’êþî Ermenîstanê krî kirine- bi k’ivþkirina, wekî gilîyê bîranî îro jî didûmînin fikra mezin wergirin, çimkî Ermenîstan didûmîne emekê xwe bîne warê baþqe-baþqeda, ê çawane ö’lmê h’emdinîayê, sazbendîya klasîk, k’iþik û wekî din. E’frandar mexsûs paþda veger’yane ser Qir’a ermenîya- bi k’ivþkirina, wekî sale 1915-1922-a weke 1,5 mîlîon ermenî Qeyserîya osmanîêda bi cûr’ê ösûlî hindava derge-dîwanada t’esmîlî qir’ê bûn. E’frandara isa jî derheqa dilqê mozexane-înstîtûta Qir’a ermenîya û wî dilqê ferzda gilîkirine, wekî þênî t’erefê bilindkirina dereca pêh’esandina derheqa qir’êda  dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button