PoliticsTop

Arsax Ermenîstane, û xilaz!: Serekwezîrê CE meremê de’wmeþandinêye h’etanî sala 2050 t’emsîlkirine

Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE meremê h’etanî sala 2050 pêþdaçûyîna welête de’wmeþandinê t’emsîlkirine. Ger’a  Stêp’anakêrtêye Daxöliqandinêda k’êlma xweda serekwezîrê CE daye k’ivþê, wekî heq h’esavdike þaxê meremdanînê de’wmeþandinêye xevatê t’emsîlî e’ne’nekirina h’emmiletîyê kirîye,  pirsgirêk, k’îjana CE gere bikarve h’etanî sala 2050 ç’areserke. “Angorî wê, h’etanî  sala 2050 em gere bikarvin van pirsgirêka safîkin: binelîyê  Ermenîstanê bigihînne lap kêm 5 mîlîon meriva, h’etanî mîlîonek 500 h’ezar cîyê xevatê bie’frînn, pirsa mijûlbûna 2,5 mîlîon meriva  hasilkin û k’esîvtîyê bidine hilanînê, Ermenîstanê bikin welatê senayê,  encama Ermenîstanêye h’emt’omerîye höndör’ panzdebarekin, lap kêm 5 hevaltîyê meye ermenîye têxnologîêye fexirkirina bahê 10mîlîard dolara û 10 h’ezar xevtaçîyê me hevin, aylixa meyane h’evtbarekin, bi r’eqemnîþa þer’vanîya ordîyê lap kêm nav herbîst welatê dinîaêye pêþdabirdavin, xizmetk’arîya meye  îzgr’îêye ij dehê dinîaêye herek’ardar heve, 100 slef destgihîþtina xizmetk’arîyê sag’lemîxweykirinê heve û p’erekirina sag’lemîxweykirinê bîstbarekin, xwendinê bikin cûr’ê jîyîna miletîyê, p’erekirina xwendinê û ö’lm bîstbarekin, hejmara ger’vana, ê kö qesta Ermenîstanê bikin, bigihînne 15 mîlîona, k’oma Ermenîstanêye fûtbolêye bijare bikin mêdalbira pêþvantîya Avropayê û/yan dinîayê, 25 mêdalê olîmpîêye zêr’în û qeremanê k’iþikêye dinîaêyî þexsî qazinckin”,- P’aþînyan binxetkirîye. Bi gilîyê Serekwezîr- gelekê bipirsin, lê derheqa Arsaxêda çima tiþte nehatîye gotin?: “Cav ze’f safîye: çimkî Arsax Ermenîstane, û xilaz!”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button